Zeynel Abidin Han - Keniya Te
Gotinên Stranan
Zeynel Abidin Han - Keniya Te
Li ser dilêminŞitlên êşên te heşîn dibin
Bîyanî me ez, yekî xwe bîyanî
Û diljan,
Ji ber ku , tu nînî
Nêrînên ji çavên belagir
Jîyan û vejîyan diherikin
Ez dimeşim hetta dawî
Tû bêje bes ez dimrim.
EVÎN,
Bingeha gerdûnê ye dibêjin,
Hemî pirtûkên ji jorda ketî.
EVÎN,
bingeha hebûna min û te
Û sedemeke xwedamendî;
Ya jîyanbijan
Ya gûlan û sosinan
Berx u karikan
Û zarokan.
EVÎN,
gîyana gerdûnêyê
Û bêy te
Peleke weşîyayîye ev dil
Li ser berfên çiyayên kilwe
Li ser textên ba û bageran
Di van deman de
Eş kişandine evîn
Eşên ji evînê tehn
Ser serê min û ser herdû çavan
Xwedê bo çi?
Berî hezar sala
Ez hatim dinyayê
Û min piştre ew ditî.
Di bihareke harbuyî de
Min payîzeya evîneke birîndar ajotîye
Lı zevîya daxwazên berdestkirî
Lê dîsa jî sed caran spas
ji bu xwedayê min û te
Berî kû
Çavên teyî avaşînî balamşînî
U keskeşînî
Bibînîm bimrama.
Di kîjan cîhana wî alîyê de
Bi cîh dibum.
Bawer bike
Agirên dojehên asîmanan jî
Bi bes dîtineke te
Li ser singê min vedibin.
Lê dizanim tû, guleke tenyayî
Di bin kendala dilê min de.
Kenîya teya zelal
Hawaran dike
Xezaleke bi lerzin
Û hemî betêbûna min
Yani qetûnebûna min
Dibe şahmaran.
Were li wê bi cîh bibe
Xwe bijîne.
Lı ser dilé min
Şiltên kenîya te heşîn dibin
Were xwe biçine
Naaa
Min biçine
Ji ber vêye
Ez her êvara digrim
Û siba bo min gûl venekin jî
Li ser pelên darên spîndaran de
Ez te dibînim
Te bêhn dikim
Tû dibî şahgûlekî
Rojamin dibe bihişt,
Şevamin ya bê xwew
Û bêkeys
Dibe ronahî
Ji sibê şeveqê hatta êvarê
Ji şevê hetta berbangê
Ezê navê te bibîhîsim
Û eger dengê teyî dawi
Li ber pencera xûrfa min asê bibe
Û eger tû bibêjî bese
Ev evina bê xêr
Ezê bimrim
Naaa
Eger tû bêji
EVÎN xêre kejandare
Ezê navê te bikolim
Li ser baskên êş u janên xwe
Bes ruyê teyî biken,
Bes, te girjina teya delal
Bibêjin xwe bi xwe
Û têbigejim kû
Kanun nîne
û caran qet nehewceye jîyan,
Lê xweşe wek navê teyî şêrîn
Û kenîya teya bi alawîn
Li ser dilê min bişewite
Navê te û jîyan bişewite
Ji tere çi bêjim
Çi bêjim ji tere
Dilekî rubarkirî bişînim
Lehîyekî ji agir
Û paşi bêjim
Tû dizanî?
Ez bi vî agirî dijîm
Ji tere çi bêjim?
Ji tere çi
Ji keniya te
Enîya te
Û xweşiya tere
Çi dihete gotin
Were çavên xwe bîne
Li ber xwe dayne
Ji giriyeke ji şahîyê
Li wan mêzeke hedî hedî
Mîna kû
Jİ nav cergê xwe lawa dikî
Ji wan bipirse
Ew rengên deryaya lerzîn
Ew alawên mawî u şîn
Wê hedî hedî bêjinete
Ez ji wan u ji te
Çi dixwazim
Lê ez
ji wan çavên te
Ji wan rengên xweşawaz
Ji wan çavreşkên
Wek şuşeyeke di nav avêde
Ji awirên teyên keskenez
Ji wan ewirên teyén xencera birqîn
Ez ji wan û jite
Qet tiştekî naxwazim
Ew jimin ra dibejin
Jîyana te, ya bê me
Çiyayekî sar u çemekî bi kesere
Zivistane
Lê rojeke ji rojan
Berfên çîyayê dilê te dihelin
Çeme te dibe lehî
Lehî dikişe bihar te
Û li pereva evîneke jibirkirî
Du nergizên derya mawi şîn dibin
Ew herdû emin
Ew herdû em
Eger tû li we hîna li benda min bî.
Şîrove