Agit Işık - Ber Derê Kî û Kî
wêneyê hunermendî:ê 794 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Agit Işık - Ber Derê Kî û Kî

Şev û roj li ber derî bû
Ha li vî alî, ha li wî alî bû
Mêro! ji me ra sondxwarî bû
Wa îro ji nav me xalî bû

Ber derê kî û kî kankil û kuncî
Ber derê kalo kankil û kuncî
Me bi çavê xwe dî ew jî zewicî

Sibê heya ro ava dibû
Stranê wî li ser lêva bû
Mêro! ji halê xwe lava bû
Wa îro ew jî zava bû

Ber derê kî û kî kankil û kuncî
Ber derê kalo kankil û kuncî
Me bi çavê xwe dî ew jî zewicî

Gotin û Muzîk: Gelêrî - Agit Işık(Beşa Yekem)
Herêm: Hezro
Çavkanî: Metê Wehîdê (Vahîde Baltaş)
Berhevkar: Agit Işık
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?