Aram Tîgran - Çavbeleka Min Tu Yî
Gotinên Stranan
Aram Tîgran - Çavbeleka Min Tu Yî
Çavbeleka min tu yîPorxeleka min tu yî
Sir meleka min tu yî
Lê dilbikovan ez im
Ya dil birîn kir tu yî
Ceger bi xwîn kir tu yî
Dil har û dîn kir tu yî
Ax kuştiyê çavan ez im
Memik ji sêvan tu yî
Şekir ji lêvan tu yî
Di dilê mêvan tu yî
Gorî û qurban ez im
Taca delala tu yî
Şewqa şemala tu yî
Kara xezala tu yî
Bi qîr û giryan ez im
Gula li baxan tu yî
Pêta çiraxan tu yî
Derdê pêsaxan tu yî
Yê dilbiêşan ez im
Gul devşirîn tu yî
Stêr û perwîn tu yî
Şêrîn û Mem Zîn tu yî
Mem ê di zindan ez im
Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove