Aram Tîgran - Gelo Ew Kî Bû?
wêneyê hunermendî:ê 984 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Gelo Ew Kî Bû?

Yek daket ji Birca Belek
Horî perî çavbelek
Keziyê reş porê xelek
Me hejmekar kir gelek

Gelo bê ka ew kî bû
Nebe yeke Botî bû
Yan yeke Amedî bû
Yan jî ew Serhedî bû
Na wele Batmanî bû

Şox û şeng hat binaz e
Bi evîn û dilxwaz e
Bûye teyreke baz e
Nizanim çi dixwaze

Şox û şenga ku min dî
Çav xezala bi kedî
Kofîxara Serhedî
Kû de çû kes wê nedî

Gotin: Ebdulrehman Dure
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?