Aram Tîgran - Hey Lê
Gotinên Stranan
Aram Tîgran - Hey Lê
Tu şêrîn î pir cihan îLêv jê sorê erxewan î
Kê bi wî rengî te li hev anî
Wer nav destê min de danî
(Koro)
Hey lê hey lê şev û roja ez dihelim
Xenekêşa xweş nivîsî
Hîv û rojê lê diîsî
Qelen pir e hezar kîsî
Kes nikare te ramîsî
Çavên belek çi mêrkuj in
Lêvên bisor çi xwînmij in
Bisk û kezî çi xwînrij in
Dêm û enî pir paqij in
Rabe ser xwe dilovanê
Em derkevin ji zindanê
Dest bidin dest te hozanê
De em herin Kurdistanê
Şîrove