Aram Tîgran - Şeva Tarî
Gotinên Stranan
Aram Tîgran - Şeva Tarî
Şev û tarî nîvê şevê xewa şêrînVê zalimê çima nayê, dilê mi kir birîn
Ew hesreta nav dilê mi da, tev bû girîn
Ji girîna çavê min werimîn
Heya kengî bikim gazî û bibêjim
Derdê nava dilê xwe jê re birêjim
Îsal pê da, serî li min gerandiye, kerr û gêj im
Vê zalimê çima nayê jê re bêjim?
Vê zalimê çima nayê mi bibîne
Kelekî xwêdanê min dibe û yek tîne
Rêka min dûr e, çavê min wî(ê) nabîne
Dilê mi jê re bi kul û birîn e
Keçê çima tu bêdeng î tu bêhiss î
Çi zalim î, çima tu min napirsî?
Herê Wileh îro bi ro(bi roj) te canê mi heland
Dil û cegera min hebû, te helisî
Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove