Aram Tîgran - Te Ez Dîn Kirim
Gotinên Stranan
Aram Tîgran - Te Ez Dîn Kirim
Keçê te bi wê dîndara xweDîndara xwe te ez dîn kirim
Hûb hezkirin min nizanbû
Min nizanbû, te ez hîn kirim
Bi çav bi birûwa, bi ken û fena
Bi ken û fena bengî kirim
Boy nefsa xwe ji hevalan
Ji hevalan, kovî kirim
De zû were ev dil sar e
Ev dil sar e li min kar ke
Kurk ebayê hizkiriyê xwe
Hizkiriyê li min barke
Te digo bêy te dinya boş e
Dinya boş e û betal e
Çima wisa tu bêbext î
Tu bêbext î, te ez bîr kirim.
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove