Aram Tîgran - Were Xezalê
Gotinên Stranan
Aram Tîgran - Were Xezalê
Were Xezalê, emirê minê wereWere tu rûne, bê te bêhal im
...
Sêva cinetê, ava qudretê
Melhema dilan, şêrîn şerbetê
Were Xezalê, emirê minê were
Melhema dilan, şêrîn şerbetê
Axîna dikim, sebra min bi te tê
Kewa gozelê, sêva cinetê
Were Xezalê, emirê minê were
Tu yî nûra sibê, derdê vê kulê
Tu were ba min boy navê xwedê
Were Xezalê, emirê min were
Te ez helandim, êdî bûna me
Naziya meke, ez hêviya te me
Were Xezalê, emirê minê were
Şîrove