Aslîka Qadir - Qasimo
wêneyê hunermendî:ê 259 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aslîka Qadir - Qasimo

Qasimo ho o o ho o o, hey lo lo lawo,
Dilê dayika te hewar e wî gazî ye,
Dêran im lawo, dilê dayika te hewar e vê gaziyê,
Cêrda Mala Şêko giran e, bira xêrê wayê nevîne,
Şivêta gurê sibatê xwe dane ser çol û çiyaya,
Gulekê hê, nava meydanê berî bedena Qasimê layê Meyro serekê siyara, gula
nêçîrvana dane,
Dêran im lawo me kuştine ser karê sexîriyê,
Qasimo menal, berxê mino menal,
Çavê reşbelek tek neke kendal,
Şevek şevê payîza wez ê ber serê birîndarê mala bavê,
Dêranim lawo bûme cî û balgî, berpal.
Qasimo ho o, ho o, ho o, ho o,
Hey lo lo lawo, bihara vî welatî çiqa zû tê,
Dêran im lawo, bihara vî welatî çiqa zû tê,
Erdî kose ye, erdî pasox e, hey lo lo lawo, binavî urtê,
Cêrda Mala Şêko bira xêrê wayê nevîne,
Hey lo lawo, şivêta gurê sibatê zo zo bûne,
Seranserî dêran im lawo gaziya wana dû tê,
Qasimo menal, berxê mino menal,
Çavê reşbelek tek neke kendal,
Şevek şevê payîza wez ê ber serê birîndarê mala bavê,
Dêran im lawo bûme cî û balgî, berpal.
Qasimo ho o, ho o, ho o, ho o,
Hey lo lo lawo, dilê dayika te hewara vê biharê,
Dêran im lawo, dilê dayika te hewar e vê biharê,
Gerî bergelê Qasimê layê Meyro giran e,
Dêran im lo girtiyê devê çiya ye,
Gerî bergerê Qasimê layê Meyro serekê siyara, gula nêçîrvana,
Dêran im lawo, girtiyê devê çiya ye,
Şevek şevê payîza wez ê ber serê birîndarê mala bavê rûniştime,
Dikim nakim dêran im lawo, birîn kûr e kew lê nayê,
Qasimo menal, berxê mino menal,
Çavê reşbelek tek neke kendal,
Şevek şevê payîza wez ê ber serê birîndarê mala bavê,
Dêran im lawo bûme cî û balgî, berpal.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î