Awazên Çiya - Oremar
Gotinên Stranan
Awazên Çiya - Oremar
Oremarê bilind e zozan û gelî û gund eGerîla lê bûne kom çar hawîrdor govend e
Hevalan serî hildan
Zinar li ser govend e bejna zirav lewend e
Şiyar li ser govend e çavbelek û levend e
Şer û ceng û dîlan e reqreqa mertalan e
Şûrê destê gerîla li neyaran ferman e
Gerîla xweş tol hildan
(Dîsgotin)
Sê şev sê roj berxwedan çember girtin bernedan
Pergala Tûraniyan kirine dîl û perîşan
Hevalan serî hildan
(Dîsgotin)
Govend geş bû li çiyan Kurdistan bû serhildan
Textê romê hejandin li cîhanê deng vedan
Gerîla xweş tol hildan
Şîrove
Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?
Gotinên din ên Stranbêjê/î