Dîyar - Koçerê
wêneyê hunermendî:ê 328 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Dîyar - Koçerê

Koçerê xweska mala me cînarê ma we bûye
Bila'nê destê min li nav destê bûye koçerê
Bila'nê ewa emrê min tenê çend roj ba
Lê bi te ra l'ser kanîk û rûbaran
Zozanên me yên jorîn ma
Koçerê koçerê koçerê koçerê

Koçerê çiyayên bilind berfa spî ne
Nava sîng û berê te wisa ne
Mîna zozanên me yên jorîn
Şêst û şeş kanî ne
Memikên te wisa ne
Mîna melhemên dest hekîman
Meriv deyne ser devê vê birînê koçerê oyy

Sala par vî çaxî
Zozanên jorîn ya min û te bû
Îsal pê da xizan e nizanim konê kî lê ye
Koçerê koçerê oyy koçerê koçerê

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î