Dîyar - Şikrayê
Gotinên Stranan
Dîyar - Şikrayê
Sebra min bê te nayêŞêrînê nû gîhayê
Te ez kuştim, te ez helandim
te ez berdame dinyayê
Ax û eman Şikrayê
Rê dûr e xeber nayê
Çavê min rê de maye
Ax û eman Şikrayê
Nazik û navgiran î
Tu bi derdê dilan zanî
Agir berda vê canê
Hên jî tu nayî rayê
(Dîsgotin)
Bûm nexweşek bê derman
J?derdê kitek ramûsan
M?nedî wek te bê îman
Tere ketim belayê
Ax û yeman Şikrayê
(Dîsgotin)
Gotin: Ûsbê Berazî
Şîrove