Egîdê Têcir - Mem û Zînê
Gotinên Stranan
Egîdê Têcir - Mem û Zînê
Ax Xwedêyo tu dikî ferman e,Li basekî kewa tu bikî xwar e,
Em sisêne, xatûn Zîna delal ser me bive çare,
Seet nîvê şeve, pencera Memê Alanda bêne xware e.
Sê kevotkê per hêşîn in,
Ewê li va siqûma da dihejînin,
Xatûna Zîna delal xwe ra hiltînin,
Seet nîvê şevê, pencera Memê delal datînin.
Zînê digo ev dergê bavê Mem e ji kolan e,
Temam helebaşî pelewan e,
Hedê bavê kê tê vê êvarê,
Devê xwe kiriye xala sing û beran e.
Memê Zînê hildabû çira şemdan e,
De wê jimêrîbûn, yek bi yek minaran e,
Paşê Zînê zanibû wekî li Memê Ala bûye mêvan e.
Qîza wezîr digo Memê delal, çima wisa nazî,
Serê xwe dernaxî vî kurkî û libasî,
Ji qîza qazî, miftî, mela yekê ji xwe ra, naxwazî.
Memê digo ew a dilê min dihebîne,
Ew vir nîn e Cîzîra Bota dimîne,
Ew qîza Mîr Sêvdîn e bûka Qere Tajdîn e,
Navê wê keleş xatûn nazik Zîn e.
Wexta Memê delal eva giliya digotin,
Agir alavê, dil hinavê qîz û bûka disotin,
Temam ji baxê torkirî derketin, cot bi cot in.
Ax paşa go Memê min î delalî, kurîn e,
Malxirab, navê hiş û aqil serî da tu nîn e,
Tu navêjî diya mine pîr e, bavê min î kal e,
Ez ê hîviya kî bidim text û tacê şehrê Mixur Zemîn e.
Memê go Al paşa, bavê min î delal e,
Wez jî zanim diya mine pîr e, bavê min î kal e,
De tu emekê berê paşê bike mi helal e,
Îdî kurtiya min te ra boş e, boşe û betal e.
Memê digo gelî xulama, Borê min derxin derva e,
Lêkin Zînê lal û durr Cewahir e,
Heta Cizîra Bota serê min sefer e.
Şîrove