Gelêrî - Axayo Çûme
wêneyê hunermendî:ê 190 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Gelêrî - Axayo Çûme

Axayo, çûme Mûşa xopan ber dikanê,
Ehelê Mûşê hatine dîtina bavê Koroxlî, xeberdanê.
Ezê çûme Mûşa qopan va genima,
Perîşanê gote Almastê,
Go: – Mala bavê min û te xirab bibe,
îro sê roje, sê şeve –
Kaxezê kekê min nayê, naçe, nizam çima.
Xelqê unda kirye teke, tûke,
Minê unda kirye bavê Koroxlî, berdevkê mîran û hakiman,
Bejina bavê Koroxlî dara vê çinarê
Almastê go;
– Perîşanê, merûmê,
Berê kekê min dane Taşxana Mûşê, îdî nayê,
Ezê çûme Mûşa wêran ser kanîyê
Almastê go: – Perîşanê, merûmê,
îro sê ro, sê şeve,
Cinyazê kekê min anîne ber derê meçîtê,
Wê kuştine bavê Koroxlî –
Serekê alayê.
Axayo, ezê çûme Mûşê bax û tirî,
îro sê şeve, sê roje
Têlêgrama bavê Koroxlî mera hatîye,
Salixa, divê, şemdana koçika belek ditemirî.
Bavê Koroxlî malda sîyar bû,
Serda sebir ketê,
Perîşanê gote Almastê:
Go: – Bira xirav bive mala bavê min û teva,
Dîtina kekê me bû roja qîyametê.
Axayo, ezê çûme Mûşê bilindcîya,
Perîşanê gote Almastê,
Go: – Bira xiravbe mala bavê min û teva,
Divê bavê Koroxlî Mûşêyî nexweşe,
Serê wî ranabe ser belgîya.
Axayo, ezê çûme Mûşê gale-gale,
Vegeryame alyê malê, xeverdane,
Xelqê unda kirye tekene tûke,
Min qijikê unda kirye –
Bavê Koroxlî- Rostemê Zale.


Gotin: Farizê Emer Sardarov û Mecîtê Fariz
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?