Keremê Erefat - Nûrê
wêneyê hunermendî:ê 37 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Keremê Erefat - Nûrê

Nûr e nûr e porê tê,
Nêxşa va ser navê te,
Mîna gulê gundê me,
Mîna berfa çiyayê we.
Bêjê bêjê kawa min,
Tu dêlala dilê min,
Bêjê wêz te hiz dikim,
Bêjê ez te bîr nakim,
Bêjê wez te hiz dikim,
Dil da te qayîl dikim.
Îro sê ro sê şêv e,
Çavê min neçû ser hev e,
Mi kawa xwe nedîtiye wax,
Agir dilê min ketiye.
Bêje bêje kawa min,
Tu delala dilê min,
Bêje wez te hiz dikim,
Dilda te qayîl dikim,
Bêje ez te hiz dikim,
Bêje ez te bîr nakim.
Saeta te nebînim,
Min tirê ez ê dîn im,
Şivanê serê çiyê me,
Ber baran û şiliyê me.
Bêjê bêjê kawa min,
Tu dêlala dilê min,
Bêjê wêz te hiz dikim,
Bêjê ez te bîr nakim,
Bêjê wez te hiz dikim,
Dil da te qayîl dikim.
Agirêdilê minî gur
Wê dişuxule berbehev
Vênasîn e ava gur,
Wê bibîne kevirê dil.
Bêjê bêjê kawa min,
Tu dêlala dilê min,
Bêjê wêz te hiz dikim,
Bêjê ez te bîr nakim,
Bêjê wez te hiz dikim,
Dil da te qayîl dikim.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?