Koma Hîvron - Hotvîn
wêneyê hunermendî:ê 98 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Koma Hîvron - Hotvîn

Rûyê te çeleng e, lêvên te gulreng
Çavên te stran in,lê bêgotin û deng

Çavên xwe vedikî, roj derdikevin
Pora xwe vedikî, bihar dikenin

Di destên te de saz im, ranên min tar in
Xulamê te bûm ez ev hezar car in

Lêvên te bigul in, devê te şêrîn
Dengê te wek tîr e, maça te birîn

Ez bê te nikarim, canê min têşe
Bê te singjar dibim, jîna min êş e

Helbest: Kamûran Elî Bedirxan
Muzîk : Nasrettin ÎMÎR
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?