Mehmet Afşar - Îro Ji Derba Xencerê
wêneyê hunermendî:ê 72 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmet Afşar - Îro Ji Derba Xencerê

İro ji derba xencerê lazim bi êşan î mella
Teşbîhê zulfa dîlberê zanim perîşan î mella  
Zanim perîşan î ji dil bê hed bi êşan î ji dil
Teşbîhê burayan î ji dil billeh ne insan î mella  
Billeh çi teb et adem î yekser dibêm yek alem î
Deryayê qaf û qulzem î yan çerxê gerdan î mella  
Ya reb çi wê mihnet kêş î ser ta qedem têk atêş î
Mecruhê qewsê tuzreş î lew dil bi peykan î mella  
Zanim ji eşqê dojeh î behrek ji narê asih î
İro li mahê xergeh î teşbîhê seywan î mella  
Ev sîneya wek nay û ney pur lê kişandin dax û key
Hê dil bi naehlan didey ya reb çi nadan î mella 
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?