Mehmet Atli - Strana Nîvçe
wêneyê hunermendî:ê 382 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mehmet Atli - Strana Nîvçe

Dil ve nas, jan ve dost
Ez im sevdalî
Bi xwe bawer, ji xwe razî
Ez im meraqlî
Çar demsal e jiyan
Bi sê gavê wek avê diçe
Dîsa coş dibe, serxweş dibe
Straneke nîvçe
Deng dide, her deng dide
Tembûra te ye şikandî
Geş dibe dîsa xweş dike
Kaniya çikandî
Ji nû ve ava dibe
Xaniyek hilşandî
Şaneşîn heft reng e
Tev gul û tev şahî

Na na ez pîr bibim dil nabe
Na na por spî, dil ciwan e
Na na ez ê feqîr çi zane
Na na na

Dem diçe dewran diçe
Strana min ma nîvçe

Nîşe: Ji Stranên Fikri Kutlay
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?