Mem Ararat - Evîna Biharê
Gotinên Stranan
Mem Ararat - Evîna Biharê
Hîn bihar nehatiye ZozanaLê dunya li bendî me namîne
Vaye hatime, mêvanê te
Deriyê xwe veke
Nebêje qey sibeh tim zû ye
Nebê qey çav wê tim bibîne
Vaye hatim ber deriyê te
Dilê xwe veke
Ey sitbanûya keçên derya
Ji rêçek dûr têm westiya me
Hatime bibim Memê te
Baskê xwe veke
Hatim te ji xew hişyar bikim
Ji her du çavên te maç bikim
Agirê evînê har bikim
Çavên xwe veke
Helbestû Muzîk : Mem Ararat
Şîrove