Mezherî Xaliqî - Billên Be Yar
wêneyê hunermendî:ê 65 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mezherî Xaliqî - Billên Be Yar

Xozgem be salî rabûrdû
Umrî kurtî dildarîm bû
Le pirr hat û le nakaw çû
Yek pirr be dinya arezû
Cê mabûm le parî mirdû

Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar
Sed hezar car xozgem be par, xozgem be par

Rojê nebû çawim be dîdar
Şad nebê, nesrewê azar
Roj nebû yar be lencew lar
Çeşnî askî herdey behar
Nempiyêkê nîw nîgay xumar

Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar
Sed hezar car xozgem be par, xozgem be par

Billên be yar bê nawçawê
Dîman le taw dûrî, tawê
Eyrişt le firmêsik lafawê
Be yadî balla lawlawê
Çawreşê, egrîce xawê

Billên be yar, billên be yar, yarî nazdar
Sed hezar car xozgem be par, xozgem be par
Xozgem be par, minî hejar!

Honrawe: ebdulla goran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?