Muzaffer Yigit - Dayê
wêneyê hunermendî:ê 195 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Muzaffer Yigit - Dayê

Va çend sal e min nediye
Min bîra dayika xwe kiriye
Porê daykam sipî bûye
Dibêjin daykam bîr bûye
Dibêjin daykam pîr bûye

Mebarîne hêsrê çavan dayê dayê
Me êşine kul û derdan dayê dayê
Meqehere bese dayê

Dayka min xeber şandiye
Dibêje mizoyêm were
Ger bimirim te nebînim
çavêm vekirî mehêle
çavêm ê vekirî here

Mebarîne hêsrê çavan dayê dayê
Me êşine kul û derdan dayê dayê
Meqehere bese dayê

Dayê rêka min pir dûr e
Xeribiyê surgun mame
Ger bimirim te nebînim dayê dayê
Şîrê xwe li min helalke
Heqê xwe li min helalke

Mebarîne hêsrê çavan dayê dayê
Me êşine kul û derdan dayê dayê
Meqehere bese dayê

Gotin û Muzîk: Muzaffer Yigit
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î