Nevîyê Îsmaîl - Yar Eman
wêneyê hunermendî:ê 13 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Nevîyê Îsmaîl - Yar Eman

Mi lê yar yeman, yar yeman, yar yeman, yar yeman, yar yeman, yar yeman,
yar yeman Nenê,
Çi xala lê lê lê lê lê lê lê lê lê gerdenê,
Wez ê ramûsim bûna nefsa canê xwe evdalê Xwedê tenê li minê.
Bê lê gundê Emer axa lo lo lo lo lo lo lo li gundê perayê,
De ca heçê merî hatîçûyî canê lê lê lê lê lê lê mi jê pirsî,
Bira Xwedê bikuje kurê Hesoyê rû bi xurî,
Çawa xelqê ketiye derdê malê halê dinyalikê,
Ew jî ketiye derdê gewra min,
Gewrê lê lê lê lê lê gewrê.
Bê yar yeman, yar yeman, yar yeman, yar yeman, yar yeman Nenê,
Çi xala lê lê lê lê lê lê lê lê lê gerdenê,
Wez ê ramûsim bûna nefsa canê xwe evdalê Xwedê tenê li minê.
De tu were lê lê lê lê lê lê lê lê lê lê, gewra min were,
Serê gewra min lê lê lê lê lê xêliya zer e,
Pişta gewra min lê lê lê lê lê, xaskember e,
Gewrê canê derê malê herî ye de tu sola bêxe lê lê lê bi mesa were lê.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î