Ruşen Alkar - Kêm û Kûr
Gotinên Stranan
Ruşen Alkar - Kêm û Kûr
Tu bûyî derew, tu bûyî.Tune bû, ji xeynî te tu rastî
Tu bûyî gavên min, kevirek li ber lingên min
Dikevim, dîsa radibim
Rûyê te tava rihê min e.
Dengê te lorîk e, ji brîna min re
Tu evîn î, neçe ji min dûr!
Tu kulla kevn î, wek bîra kûr!
Tu bûyî agir, tu bûyî
Li ser singa te, xewna min şewitî
Tu bûyî rêberê min.
Sedema ketina min
Tu hebû, tu tune bû
Rûyê te tava dilê min e,
Dengê te barê min sivik dike,
Tu evîn î, neçe ji min dûr!
Tu êşa kevn î wek bîra kûr!
Gotin û Muzîk: Ruşen Alkar
Şîrove