Salihê Şirnexî - Bîşengê
wêneyê hunermendî:ê 43 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Salihê Şirnexî - Bîşengê

Tu kulîlka li ber dilê xort û van lawan î
Belê Xudê te navekî giran li cîhanê, tarîxê danî
De rab, de rab Bîşenga minê tu ciwan î
Ax tu ezîza li ber dilê xort û lawan î

Erê Bîşenga minê naxwe îro dijminan çima li min we kir
Van zaliman da'wa dozekê li me vekir
Belê çawa destên me dane bê xweyiyê van kelepçan
Belê Xudê wan mala me bi destên xwe xira kir
Ax we mala me bi destên xwe xira kir

Erê Bîşenga minê, min ê digot lê te ji bîr nakim
Xudê ez ê rabim navê te li tarîxê, dinyayê kar kim
Belê Xudê xira bike mala van xayîn û bêbextan
Belê çawa mala me bi destên xwe xira kir
Ax de rab, de rab, de rab Bîşenga minê tu ciwan î

Belê tu yî ezîza li ber dilê van xortan î
Ax van zaliman tişt halê me nizanî
Erê Bîşenga minê ez ê li Şirnexa şewitî ketim wê li hemberê
Xudê yeqîn dikim gawir e lê wîjdan li ser e
Xudê wekîl ez ê bejn û bala te bibînim rojê sê cara dilê min ji te re bi arîn û bi keder e
Ax de rab, de rab Bîşenga minê tu ciwan î
Ax tu ezîza li ber dilê van lawan î
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î