Şivan Perwer - Xezala Min
Gotinên Stranan
Şivan Perwer - Xezala Min
Xezala min, delala min konê bavê te çît eXezala min, delala min kon girê da bi şerît e
Xezala min delala min tu rabe werîs bîne
Were ba min bi min re bikene li mala me kes nîne
Were ba min bi min re bikene li nav kona de kes nîne
Xezalê delalê wek sitêrka li ezmana
Mala bar kir koç bi rê ket, koçer tev çûn zozana
Xezala min delala min evîn xweş e bi du dila
Evîna me şan û şîn be bi bilûra şivana
Xezalê lê lê delalê lê lê were can lê hê lê can,
Xezalê delalê were can
Evîn xweş e li zozanan li ber qiraxê çeman,
Evîn xweş e li zozanan lê
Deşta Heranê pir germ e ez namînim li vê derê
Destê xwe bide min tu em biçin tev Şerefdînê
Gotin: Şivan Perwer
Muzîk: Gelêrî
Şîrove