Xelîl Xemgîn - 28 Adarê
Gotinên Stranan
Xelîl Xemgîn - 28 Adarê
Bîst û heştê adarê li çiya yê gebarêJi bîr nabe di dîrokê de cenga giran her tê de
Rêheval egîd şanî demek nuh li welat anî
Rêber û qehremane ji bo gelê kurdistanê
Rêber û qaremane ji bo jîna şoreşvaniyê
Gebarê serî rakir, ew jî mîna Diyarbekir
Mazlum, Xeyrî û Kemalan, ronîka rêhevalan
Hakî û Mehmet ronîne, bê mirin ew dijînin
Rêber û qehremane ji bo gelê kurdistanê
Rêber û qaremane ji bo jîna şoreşvaniyê
Kerwanê şehîd bûnê, ji bo ala serxwebûnê
Sebrî û Elî û Remezan, qehremanên Kurdîstan
Şewq û ronîne ji bo me, bi mêrxwezî li berxwedan
Rêber û qehremane ji bo gelê kurdistanê
Rêber û qaremane ji bo jîna şoreşvaniyê
Gotin û Muzîk: Xelîl Xemgîn
(Nîşe: Xelîl Xemgîn bi Şehîd Mizgîn re distrê)
Şîrove
Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?
Gotinên din ên Stranbêjê/î