Xelîl Xemgîn - Çiyayê Xerza
Gotinên Stranan
Xelîl Xemgîn - Çiyayê Xerza
Berfa li ser heliyaÇiyayê xerza dixemilîn, Dayê, dayê
Gul û gulçîn vedibûn
Kehnî û robar herikîn. Dayê, dayê
Dîsa va ye buhar hat
Şahî û cejna raperîn
Mizgîna felatê tîne
Çiyayên ku sor bûne bi xwîn, Dayê, dayê...
Çiyayê xerza xweşîne
Bêhna Merwan xweş jê tê...
Min jî divê, ez bêhn bikim
Xwîn ji nav dilê min tê
Çeka wî her bernadim
Arama min her pê tê.
Ger ez jî şehîd bibim
Va ye kerwan li do me tê...
Bayê zivistana sar
Herdemê ew namîne
Vaye buhar li pêy tê
Dibe şahî û mizgîne
Çek û heyfa şehîdan
Li erdê qet namîne
Vaye gelê me şiyare
Şêrê dil bi birîne...
Gotin: Hekîm Sefkan
Muzîk: X. Xemgîn
Şîrove