Xelîl Xemgîn - Newroz (Buhar Xweş e)
Gotinên Stranan
Xelîl Xemgîn - Newroz (Buhar Xweş e)
Buhar xweş e çaxê gulaÇaxên kulîlk û sunbila
Newroz û sersala dila
Kengî bi xêr tu bêt buhar
Îsal zivistana me sare
Berfa sipî hûr têt xare
Xemilandin deştê û zinar
Kengî bi xêr tu bêt buhar
Buhar xweş e...(Dîsgotin)
Nahêle berf em derkevin
Em girtiyên roj û şev in
Xewa me naye, em rakevin
Kengî bi xêr tu bêt buhar
Buhar xweş e...(Dîsgotin)
Baran li berfa şev nîvî
Bê û li pey roj derkevî
Dîsa bi ser çiyan kevî
Kengî bi xêr tu bêt buhar
Buhar xweş e...(Dîsgotin)
Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Xelîl Xemgîn
Şîrove
Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?
Gotinên din ên Stranbêjê/î