Xelîl Xemgîn - Em In
Gotinên Stranan
Xelîl Xemgîn - Em In
Çiya em in, em çiya ne, rengê me yek inDilyar em in, yarê hev in, canê me yek in
Ji kînê me diparêzin, ji neyarên xwe
Em jî nobedarê wan in, weke çavên xwe
Em guliyê çiya ne, em in xemla wan
Cêwiyê dar û çeman e, em bûne ji wan
Kes nikare vemirîne vê evîna me
Kê xwestiye, ew têk çûye, li ber vîna me...
Em siwarê rojhelat in, xwediyê dozê ne!
Sozdarên pakrewan in, bazê li ser çiyan e
Bi bîr û bawer, em dimeşin, hêviya gelan e.
Di herka şevê, li benda rojê, rêwiyên sibê ne!
Gotin: Hekim Sefkan û Xelîl Xemgîn
Şîrove