Xemgîn Bîrhat - Binewşa Min
wêneyê hunermendî:ê 95 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Xemgîn Bîrhat - Binewşa Min

Bihar e baranê dar û ber şuştin
Sosin û beybûn nergiz gehîştin
Wan bayiwan ji bera çexel derêştin
De vebe binewşa min tu vebe
De vebe sorgula min tu vebe

Bila bixwîne bilbil li ser te
De êdî vebe ez mame tenê
Dilşadî û kêfxweşîa me kanê
Ez mame bêpar lê evê dinê
De vebe binewşa min tu vebe
De vebe sorgula min tu vebe

Bila bixwîne bilbil li ser te
Eger tu webî dilê me xweş bî
Ev rengê me yê sor û zer geş bî
Bax û rezên me wê bi te nexş bî
De vebe binewşa min tu vebe
De vebe sorgula min tu vebe
Bila bixwîne bilbil li ser te

Gotin û Muzîk: Shahram Doustanî

Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?