Zahiroyê Dengbêj - Şerê Xûrûcê
wêneyê hunermendî:ê 61 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Zahiroyê Dengbêj - Şerê Xûrûcê

Dayê dêran were dêran
Îro bayê Xûrûcê bi ser Mala Rehîmê da girtine
Kirine kafirstanî bila gur nebînin dêran
Evdilbaqî berxê mala Tûziyan bi sê denga
Li lawê Rehîmê dikir qêrîn e
Dibê xalo ji par va panotek perê min li te ye
Tu yê panotê min ê pera bîne

Mihemed Emîn bi sê denga li Evdilbaqî
Li berxê Mala Tûziyan kir qêrîn e
Dibê serê çil û çicûxê min bixwe
‘Ilm û egayê min di panotê hûr da tunîne
Bi sê denga li şerbet Xanima qîza xwe kir qêrîn e
Dibê: şerbet Xanimê, lawo tu rabe lez ke bilezîne
Cozdanê pera ji cêba çakêt derîne
şerbet Xanimê lez dike dilezîne
Cozdanê pera ji cêba çakêt dertîne
Cozdan bi destê babê xwe digihîne
Deh panota jê dertîne
Bi ser Evdilbaqî berxê Mala Tûziyan va dişîne
Dibê, serê çil û çicûxê min bixwe
‘Ilm û egayê min di panotê hûr de tunîne
Ha ji te ra vî deh panotî
Gava tu çûyî Kela Melazgirê
Vî deh panotî hûr bike
Panotê xwe jê hilîne
Neh panotê min ji min ra gêrî bîne

Evdilbaqî berxê Mala Tûziyan
Bi sê denga li lawê Rehîmê kir qêrîn e
Dibê satêşa pera li cem min tunîne
Kula min ne panotê pera ye
Axîn û oxîna min kuştina Kerem û Yasîn e

Dema wisa dibêje, hişê wî xweşmêrî diçe
Aqilê wî namîne
Bala xwe bidinê van xweşmêran
Bi hev ra destên xwe li pişkovên demança digerînin
Mihemed Emîn lawê Rehîmê
Gullekî li bejn û bala Evdilbaqî
Berxê Mala Tûziyan dixîne
Cenazê vî xweşmêrî li erdê dikeve
Serê wî pê va tunîne

Berfo ji taxa jorî xwe berda taxa xwarî ne
Cenazê Evdilbaqî berxê Mala Tûziyan
Li serê mêrga Mala Rehîmê dibîne
Kesekî li ser cenaze tunîne

Berfo li nava serê xwe dixist
Bira bira ji xwe re dikir qêrîn e
Emêrê Tûdî kalê heftê heştê salî
Nexweş e di nava ciya da ye
Gava dengê girîna Berfo dibihîze
Bi sê denga li Gulnaza qîza xwe kir qêrîn e
Dibê: Gulnazê, lawo tu bisekine
li derê malê
Bêje, Berfo xweyê negirî, bavê me sax e nemiriye
Tiştekî bavê me tunîne
Temamî gundiyan li dorê rûniştî ne
Gulnazê dertê disekine li derê malê
Dibê, lê lê Berfo, xweyê tu negirî melorîne
Wele bavê me sax e nemiriye
Tiştekî bavê me tunîne
Temamî gundiyan li dorê rûniştî ne

Le Berfo bi sê denga
Li Gulnaza xwişka xwe kir qêrîn e
Dibê: Lê lê Gulnazê, xweyê
Heyfa min li mirina
‘Emerê Tûdî kalê heftê heştê salî nayê
Heyfa min tê li wê heyfê
Le cinazê Evdilbaqî berxê Mala Tûziyan
Li serê mêrga mala Rehîmê dimîne
Kesekî me li ser cenaze tunîne

Le gava Emerê Tûdî vê gotina hanê
Ji devê Berfo hiltîne
Yê ko nizanibe wê sond bixwe bi Qûrana Nebî ne
Navê êşê li dora vî zilamî tunîne
Bi sê denga li Heydo û Silhedîn
Li herdu lawê xwe kir qêrîn e
Herdu li balê sekinî ne
Destê xwe li pişta livîna dixînin
Du heb Ingilîsên sêzdederbî bavo
Ji pişta livîna dertînin dayê

Dibê, lawo erebên me tên
Ji Erzeroma rengîn e
Li ser barên ereban
Tenekên qazyax mazot û benzînê
şidandî ne
Bi çend malên Tûziyan bikevin
Sê çar tenekên qazyax mazot û benzînê
Ji bavê xwe ra bîne

Ew lez dikin dilezînin
Xwe li malên Tûziyan digihînin
Sê-çar tenekên qazyax mazot û benzînê
Ji bavê xwe ra tînin
Xwe bi Mêrga Kozê digihînin
Sê-çar piştiyê çilo ji bavê xwe ra tînin
Îro hersê zarê Rehîmê dêxin xênî
Agir bi xênî va datînin
Ji Mala Rehîmê dikişin agir û pêtî ne

Dirşa digirî dilorîne
Ji xwe re pêgermokê digerîne
Xwe bi ser kuleka xênî digihîne
Devê xwe kir kulekê
Dibê: Birawo Emîno birawo Ehmedo birawo
Fayîqo nemawo
Ka bêje halê we ye çi heye çi tunîne

Dibêj’n: Dirşa xweyê halê me mirin e
Halê me tunîne
Di destê me de tivingên bêşlî ne
Sirmê wan ê qelabtî ne
Ji siba Xwedê va digerim nagerim
Fîşek di xênî da tunîne
Ji jor da agir girtiye kêranên xênî
Çîkên agir xwe berdidin ser devê birînên
Fayîq û Ehmed dişewitîne
Ehmed tîne tasekî avê ji min dixwaze
Halê wî ji ber birînên wî tunîne
Xwedê xira bike îro peşke av di xênî da tunîne
Tu rabe lez ke bilezîne
Xwe bi derê mala Xelîlê cînar bigihîne
Bêje: Xelîl, ez di bextê xîret û namûsa te ketime
Silavên kekê min ji te ra hene
Bila pakêtek fîşek ji kekê te ra bişîne
Êvarê xwe berde pêşiya garana Xûrûcê
Çar heb madeka çar heb qazanê cot
Bila ji ber pakêtê fîşekê xwe va bîne
Dibê, Dirşa lez dike dilezîne digirî dilorîne
Xwe bi derê mala Xelîlê cînar digihîne
Dibê, Xelîl ez li bextê xîret û namûsa te ketime
Silavên kekê min ji te ra hene
Tu pakêtek fîşek îro ji kekê min ra bişîne
Êvarê xwe berde pêşiya garana Xûrûcê
Çar heb madeka çar heb qazanê cot
Ji ber pakêtê fîşekê xwe va bîne

Xelîlê cînar sond dixwe bi Qûrana Nebî ne
Dibê, ‘ilm û egayê min
di fîşeka de tunîne
Dirşa dîsa digirî dilorîne pêgermokê digerîne
Xwe bi kuleka xênî digihîne
Devê xwe dixe kuleka xênî
Dibê: Birawo qey tu nizanî
Xelîlê cînar xayîn e
Fîşekan ji te ra naşîne
Sond xwariye bi Qûrana Nebî ne
Dibê, ‘ilm û egayê min
di fîşeka de tunî ne

Mihemed Emîn e dibê:
Ji min û ji Xelîlê cînar
Xwedê kurê derewînan bikuje
şevê din êvarê min pazdeh pakêt fîşek
Ji Xelîlê cînar ra kirrîne
Lê Dirşa halê me mirin e,
halê me tunîne
Tu rabe lez ke bilezîne
Xwe bi Qereqola Elî Mele Beyreqdar bigihîne
Sê çar cendirmên siwarî
Bi îmdada kekê xwe va bîne
Bila heyfa Evdilbaqî berxê Mala Tûziyan
Beranê qemer li ‘erasa meydanê bibîne
Çardeh nifûsê mala bavê te di xanî de dimîne
Bila yek li ser ajara mala bavê te bimîne

Dirşa digirî dilorîne
Xwe bi ser riya qereqolê digihîne
Felata wê ji Heydo û Silhedîn pîçê wê tunîne
Heydo û Silhedîn xwe li pêşiya Dirşa digihîne
Milê rastê dişikîne li ser pêsîra çepê datîne
Halê vê hermetê ji ber birînên wê tunîne
Dibê: Silho çavê xwe kor neke
Ajara mala xalê xwe ji dinyayê neqelîne

Silho dibê, dayê min sond xwariye
Bi Qûrana Nebî ne
Ji vêga heta banga mexrebê
Ez ji atara mêran di mala bavê te da bînim
Kokê mêran ji mala bavê te bikim derman e
Dirşa digirî dilorîne pêgermokê digerîne
Halê vê hermetê ji ber birînên wê tunîne
Ha nayê ha nayê
Hewarî dûr e bavo gazî nayê
Hewara xalan dûr e
Çima di hewara xwarziyan da nayê
Ez ê bi nava gundê Xûrûcê diketim
bûye kafirstanî
Çardeh nifûsên Mala Rehîmê
Di xênî de dişewitin
Kesekî xwedanê xêra tunîne
Di hewarê de nayê
Dirşa digirî dilorîne
Xwe bi ser kuleka xênî digihîne
Devê xwe kir kulekê dibê:
Birawo ez pîrek im darê şikestî me
Felata min ji destê Heydo û Silhedîn
Her du pîçê min tunîne

Dibê: Dirşa, dêranê halê me mirin e
Wele halê me tunîne
Di destê me de tivingên bêşlî ne
Sirmê wan ê qelaptî ne
Ez digerim nagerim Xwedê xirab bike
Fîşek di xênî de tunîne
Xwe li mala Xelîlê cînar bigihîne
Bêje: Xelîl li ber xîret û namûsa te ketime
Ha ji te ra cozdanê banqê
Bide destê Xelîl bêje:
Hijdeh hezarê kekê min
Li banqa Kela Melazgirê ne
Bila ji ber pakêtê fişekên xwe va bikişîne
Dirşa cozdanê banqê hiltîne

Xwe bi derê mala Xelîl digihîne
Ji nava serê xwe kir qêrîn e
Dibê: Xelîl ez li ber xîret û namûsa te ketime
Silavên kekê min li te ne
Tu yê îro pakêtek fîşek ji kekê min ra bişîne
Ha ji te re cozdanê banqê
Hijdeh hezarê kekê min
Li banqa Kela Melazgirê ne
Dibê, bila ji ber pakêtê fîşekên xwe va bikişîne
Gava Xelîlê cînar cozdanê banqê
Ji destê Dirşa dertîne
Cozdan vedike
Pere di nav da nabîne
Di heyata bavê xwe da
Cozdanê banqê bi çavê serê xwe nedîne
Tekrar cozdan bi ser û çavê Dirşa dixîne
Dibê, Dirşa kesekî enahiyê te û bavê te tunîne
Wele mala min da bû hikûmetê va
Bi sed hezarê guleka min ji kekê te ra tunîne
Dayê ax were ha nayê were ha nayê
Hewarî dûr e bavo gazî nayê
Hewara xalan dûr e bavo
Di hewara xwarziyan da nayê
Ez ê bi nava gundê Xûrûcê va diketim
Bûye kafirstanî
Çardeh nifûsên Mala Rehîmê
Di xênî de dişewitin
Kesekî xwedanê xêra tune dayê
Li hewarê nayê
Hahîhîhîhhiîîî...

Emerê Tûdî dibê:
Mîna hirça bi birîn e
Bi sê denga li Heydo li Silhedîn
Herdu lawê xwe kir qêrîn e
Herdu li balê sekinî ne
Dibê, heydo tu beşera bavê min î
Xwe bi ser kuleka xênî bigihîne
Sê çar pakêtên tivinga
Li van xweşmêran bixîne
Kanê gulle û barûdên van xweşmêran
Haya wan tunîne

Heydo û Silhedîn
Xwe li kuleka xênî digihînin
Sê çar pakêtên tivingan
Li van xweşmêran dixînin
Felekê mala xwediyê te şewitî
Qolê milê te bişikên
Ez çi bikim gulle û barûdên
Van xweşmêran tunîne

Heydo û Silhedîn ji jor da
Xwe berdane xwarê
Devê mîratê bêşliya
Di cênîkê van xweşmêran da
Hêja diteqînin
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î