Aram Tîgran - Ez Ji Xew Rabûm
wêneyê hunermendî:ê 328 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Ez Ji Xew Rabûm

Ez ji xew rabûm, min gulfiroşek dî
Pir gelek şa bûm, gul bi dil didî,
Gul bi dil didî….Gul bi dil didî.

Hebû me yek dil, tev can û kul bûy
Ê gulperest bî, can û dil didî….

Bazar me kir, go: ser bi ser nadim!
Ê gulperest bî, can û dil didî….

Min go: kî didî can û dil bi gul?,
Go ev bazar e, dil bi kul didî.
Dil bi kul didî.
Min can û dil dan, dil kiriye qêrîn,
Go ho Cegerxwîn, dil bi gul didî.
Dil bi gul didî.

Gotin: Cegerxwîn
Meqam: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?