Aram Tîgran - Rihê
wêneyê hunermendî:ê 328 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Aram Tîgran - Rihê

Lê lê rihê, rihê min î,
Tu şirîkê emrê min î,
Tu şênîka mala min î,
Rihê min.

Bi şev bi roj, ez xew nakim,
Qiymîş nabim, te şiyar kim,
Ji eyb û şerma, wez dey nakim,
Rihê min.

Lê lê rihê, rihê min î,
Tu şirîkê emrê min î,
Tu şênîka mala min î,
Rihê min.

Lê lê rihê, rihê min î,
Avê bîne wezî tî me,
Tu nanpêj î wez birçî me,
Rihê min.

Lê lê rihê, rihê min î,
Tu şirîkê emrê min î,
Tu şênîka mala min î,
Rihê min.

Lê lê rihê, rihê minê,
Tu kevoka ser hêlînê,
Kelekela vê havînê,
Rihê min.

Lê lê rihê, rihê min î,
Tu şirîkê emrê min î,
Tu şênîka mala min î,
Rihê min.

Lê lê rihê, xew şîrîn e,
Eşqa dila tim qewîn e,
Xewa giran direvîne,
Rihê min.
Lê lê rihê, rihê min î,
Tu şirîkê emrê min î,
Tu şênîka mala min î,
Rihê min.

Xewê şeva li min hesret e,
Can razaye, ruh nobet e,
Derdê dila ne rihet e,
Rihê min.

Lê lê rihê, rihê min î,
Tu şirîkê emrê min î,
Tu şênîka mala min î,
Rihê min.

Gotin: Dîkran Melîkyan
Muzîk: Aram Dîkran
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?