Awazên Çiya - Şengal
wêneyê hunermendî:ê 89 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Awazên Çiya - Şengal

Hey lê bayê ezmanê Çiyayê Şengala min û tê xweş tê
Xur xura ewrê reş û tarî bi ser derda hey lê lê
Ne hisan e kerêniya ji evar û reşa ketiye gelî û newalê Şengala min
Dengê gur û roviya hey lê, de werin vê bêbextiya bi ser me de hatî wey lê wey lê

De li vê bêbextiyê
Ji xwer li vê neyariyê
Li dol û deşta Şengalê
Dengê lingê fermanê

Hol e hol e hol e hol e
Dewran e dor bi dor e
Rehwana hespê delal e
Li meydanê şer giran e

Serkêşê siwariya
Bi ol û baweriya
Sozdana şengaliya
Bernadin erd û dera

Fermandar û heval e
Hêvîya Êzîdxanê
Mam Zekî çira Şengal e
Laleş nûra gela ye

Gotin û Muzîk: Awazên Çiya
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?