Baran Kendeş - Min Dît Gulek
Gotinên Stranan
Baran Kendeş - Min Dît Gulek
Min dî gulek dilxemgîn eGulek sor û dilbirîn e
Gelek nazdar û şîrîn e
Dilê gulê bi kerb û kîn e
Li min gulê lê...
Çav ji rondikan tijî xwîn e
Derdê gulê her evîn e
Evîndara şalûle dîn
Şev û rojan dikenîne
Evîndara şalûle dîn
Dibêjin ew kirin nîne
Li min gulê lê..
Gulê hewar û gazîn e
Min pirsiyara vê gulê kir
Digotin gul Kurdistan e
Şalûl Kurdekî xemgîn e
Li min gulê lê..
Gulêê..gulê..
Min dî gulek dilxemgîn e
Rengê gulê sor û zerîn e
Min dî gulek dilxemgîn e
Gulek sor û dilbirîn e
Gelek nazdar û şîrîn e
Dilê gulê bi kerb û kîn e
Li min gulê lê..
Li min gulê lê..
Şîrove