Ciwan Haco - Pir Xweş e
Gotinên Stranan
Ciwan Haco - Pir Xweş e
Pir xweş e pir xweş eEv dinya min pir xweş e
Pir xweş e pir xweş e
Kurdistana min xweş e
Dev li ken in sorgul
Ser dihejin sumbul
Xurxur ji avê tê
Hilm û sira pê tê
Gul destê evînê
Pêlên derya jînê
Gîhane em serbestî
Sed tuf li bindestî
Em saza hebûnê
Doza peydebûnê
Dengê saza rindî
Rewşa serbilindî
Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove