Ciwan Haco - Welatperestî
wêneyê hunermendî:ê 877 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Ciwan Haco - Welatperestî

Payabilindî, welatperestî
Çekên qelsan e jar û mestî
Zana û jîr im bindestê dijmin
Çiqas dijwar e ev reng bindestî

Destan vemalin, dakevin meydan
Eger dixwazin bigrin serbestî
Ji xwe bavêjin xwarî û sistî
Cenga azadî nabe rawestî

Qonax bi qonax diçî ser çiya
Welat ta kengê wilo parçe bî
Em tev di nav de jar û şikestî
Bes e metirse, kêr giha hestî

Gotin: Cegerxwîn
Muzîk: Ciwan Haco
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?