wêneyê hunermendî:ê 44 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karapetê Mêlkon - Axayo

Lo lo lo lo axayo hayê hay hay,
Qurban bejn û bala Mîrê Perîxanê, maqûlê, bi nav û nîşan vayê,
Ji xema dilê min û te ra zirav e kulîlka çardê vê sibatê,
Wele hêşîn dikir li serê rêkan û dirbê bajarê xopana Diyarbekir,
Maqûlê, bi nav û nîşan, dîsa li ber bedenê tev kêlatê.
Lo lo lo lo axayo hayê hay hay,
Qurban bejn û bala Mîrê Perîxanê, maqûlê, bi nav û nîşan,
Ji xema dilê min û te ra zirav e rihana nêrooo,
Wele hêşîn dikir li xopana bajarê Diyarbekir, ber bedenê
Maqûlê giran, dîsa wele li ser zinêr oy ax,
Erê roja îro wele wez ê qesr û qonaxê Emînê Perîxanê,
Maqûlê, bi nav û nîşan, ji dê û bavê wî ra dîsa bikim fêrooo.
Lo lo lo lo axaye hayê hay hay,
Qûrban, wele dilê minê ji xem û xiyal û derdê dinyalikê,
Maqûlê, bi nav û nîşan, rojanî îro ne mi go dîsa bê te bê te,
Erê kula Xwedê Rebê alemê sê cara tu yê bi kul bî têkevî mala wele qolordiya
bajarê Diyarbekirê,
Mihemedê Resûl ne mi go dîsa Ahmedê Misto,
Çewa îro sê şev û sê roja ketine pelê Şikeftokê bi roma,
Dîsa pey Emînê Perîxanê maqûlê, bi nav û nîşan,
De wele digerin dîsa taqîbatê.
Erê roja îro minê bala xwe dayê Emînê Perîxanê maqûlê, bi nav û nîşan,
Wele hêdî hêdî meşiyabû di ber avê da,
Bila kula Xwedê Rebê alemê, ji ezmanê hefta bi kul bî maqûlo, têkevî derî
mala Ne mi go dîsa Xelîlê Misto, wele vî neyarî,
Çewa îro derbekê dane bejn û bala Emînê Perîxanê, maqûlê bi nav û nîşan,
Tîrêjê xwînê bela bûne bi ser şal û şapikê tirîgo ve,
Xera kirine roja îro cizdanê qewl û qîzê ra.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?