Karwan Osman - Em Mirov e
wêneyê hunermendî:ê 41 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karwan Osman - Em Mirov e

Em mirov e, hendê car le tenhayî da
Xemekanî wek çira dadegîrsênê
Hendê carîş çepkê hetawî serbirraw helldegrê
Wek şêt be naw kollanekan da degerrê
Em mirov e, wek to jiyanî pê xoşe
Katê legel yarekeya sema eka
Yan le kenarî rûbarêk dadenîşê
Wa dezanê, wa dezanê, wa dezanê
Siwarî estêrekan buwe û be naw gerdûn da ra deka

Bellam katê ke debînê nîştîmanî leser şostekan kewtuwe
Nîştîmanî le jêr sêberî çeqo da milkeç buwe
Be dengî berz hawar eka, dergay şar berdbaran eka
Dem û çawî paşakanî be tif siwax eda

Em mirov e, le goşeyekî em dinya berîne
Çawekanî be barteqay panî gerdûn kirdotewe
Ellêy tenha em careye em zemîne wa debînê
Ellêy yekem care zemîn be rûyewe pêbikenê
Çawekanit be barteqay panî gerdûn kirdotewe
Be hêminî le rojgar û bîr le jiyan ekeytewe
Ewetanê bem nîweşewe samnake, bem befir û ba û borane
Em zemîne bo baweşî heqîqetî ebeytewe

Refîq sabîr
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?