Karwan Osman - Şînî Firqat
wêneyê hunermendî:ê 53 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Karwan Osman - Şînî Firqat

Ke xor helldê, axo çî bê, le tîşkekanî pîroztir
Ew katanay, runakîyan pêllwekanim pê hell ebirrê

Ellê heste û gîtareke çawerrête destî berê
Ellê heste û lecêy carê, hezaran car, beyanît baş
Ellê heste, pîroz bê lêt, rojêkî nwê

Eger çî dill purr le xeme û dest û pêwend be kotewe
Tallawî em meyinetîyeş errjête naw gerumewe
Ewa hestam, emcareyan nanumewe

Dillim emşew nexoşî nisbetî çawêkî bîmare
Cigerxelltanî xwênî hesretî lêwêkî xunxware

Serim şêwawî şêwey fîtne hellgîrsênî şoxêke
Hewasim tefreqey ’îşwey dill aşubêkî ’eyare

Xeyallî zulfî dernaçêt le dill ta derneçê rohm
Spêrawe xezêney bextî ême bew siyamare

Le şînî fîrqetî ew da ewende eşkî surim rişt
Bedewrî cêgema ta birdekatin dîde, gullzare

Lebo seyranî bax û sebze teklîfim meken yaran
Ke sebze û gull le çawim da be bê ew her xes û xare

Nemamî qametî perwerdey awî dîdekey min bû
Ke çî gullçinî baxî wesllî îstake exyare

Be derdî xomewe ger goşeyek degirim be bêdengî
Belama dê be xeşim û riq dellê xo neqşî dîware

Ke dîm îtharî şorr û şînî dill kem,belkî rehmêka
Be xende dê dellê xollî beser da bêjn em hare
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?