Mem Ararat - Sêva Sor
wêneyê hunermendî:ê 136 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mem Ararat - Sêva Sor

Dîlberek hat ji hêla malê
Malwêran kir li lawikî
Hejand dil weke erdhejê
Delîl li halê wî xortikî

Dîlberek hat ji hêla malê
Malwêran kir li xortikî
Hejand dil weke lehîyê
Delîl li halê wî camêrî

Min dît ew cara ewilî
Bi fîstanê sor yê gul gulî
Xwedêyo ev keça kê ye?
Sêva sor a kîjan bexçî

Xort xwest keçik wî bibîne
Dilê xwe li ba dilê wî deyne
Bi çav bibîne û bi dil bihewîne
Bikin bihişt vê cîhanê

Xort xwest keçik wî bibîne
Dilê xwe li ba dilê wî deyne
Bi çav bibîne û bi dil bihewîne
Bikin bihişt vê cîhanê

Delala eşîra Milan
Çavîya êla Şikakan
Hunera pênûsa Ezdan
Hîn nû daketiye ji ezman
Keçê ketime bextê te
Tu bi xwedê kî min bibîne
Vî emrî wek gurzek kulîlk
Diavêjim ez ber lingê te

Keçik hat û çû rêya xwe
Lawik mat ma li ber derî
Êdî nema sebr û tebat
Li vî warî li vî bajarî

Keçik hat û çû rêya xwe
Lawik mat ma li ber derî
Êdî nema xewên şevan
Li ser erdî,li jêr ezman

Gotin û Muzîk: Mem Ararat
Şîrove
logo
Behrouz 15-09-2023 04:38:56
Gelek spas dikim per xwse bu

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?

Gotinên din ên Stranbêjê/î