wêneyê hunermendî:ê 157 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Arif Cizîrî - Seyranê

Welê Seyranê Seyranê Seyranê
Seyrê, Seyrê, Seyrê, Seyranê...
Seyrê, Seyrê, Seyrê, Seyranê
Keçê dinya nema derdê dewranê...
Wele Seyranê keçê dînê
Sîngê Seyranê keçê dînê
Sîngê Seyrana Mele Mîsa...
Qiseta wê ev e bîst û çar seetan li seyrana bî
Li govend bî, li kêfê bî
Lewma navê wê kirin Seyranê, vêca wî qewimî
Heçî însanekê Xwedê keçek dayê, navê wê kirin Seyranê
Ji berê çend salekê, eve dinya dibûrît
Etwarin , lazim mirov hişyar bît
Her meqamek wextê xwe heye
Û ser hatiye gotin, hewente nayê çêkirin
Malûmê tiştê xoş, xoşîn, yê bizanibit bêjît
Lazim miqaleta wê jî bêjît
Çukî Elo zanî, navê wî di tarîxê de nîne
Herkeskê bi anvê wî çêbiye

Wele Seyranê, Seyranê
Sîngê Seyrana Mele Misa
Rojê sê cara min go: Bi xulam û xizmetkarin
Wê gotinê wadê qewlê va seydanê
Wek xizêma li ser bêvilê Seyranê
Sîngê Seyrana Mele Misa tertir e
Ji xwîniveka ber sibê
Rontir e dîsa ji heyveka çarde
Şevî Seyranê seyranê
Çunkî min bi xulama sêbarî lêvan û dev û lêva bî
Kelam digotin bi wê lêvê

Sîngê Seyrana Mele Misa
Tertir e ji xwîneveka ber sibehî
Rotir e ji heyveka çardeşevî
Sipîtir e ji kaxezeka nivîsandinê
Kaxeza Semerqendî Seyranê
Hemî girga dikeftinê
Li beyana sibê, li buhara nîsana
Bikefta ser qedfê vî giyayî Seyranê
Wele Seyrê , ezê terka bejn û bala Seyrana Mele Misa nadim
Heya Sîpanê Xelatê bê cotyar cotê xwe berdin
Ji min û Seyrana mele Misa re bikin erd û zevî Seyranê
Wele seyrê seyranê
Keçê dinya nema bûrî
Li min û te bî dewr û dewranê

Hayê sed cara li min hayê Seyranê
Sîngê Seyrana mele Misa zertir e
Ji zêrê zer şebayê, Seyranê
Ezê terkê bejn û bala Seyrana Mele Misa nadim
Heta Sîpanê Xelatê
Biskê seyrana Mele Misa re yan bib serê çiyayê jorî
Bidim ber hewayê Seyranê

Gotin û Muzîk: Mihemed Arif Cizîrî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?