Mihemed Şêxo - Agirê Derdê Te Îro Sotime
Gotinên Stranan
Mihemed Şêxo - Agirê Derdê Te Îro Sotime
Agirê derdê te îro sotime wek piperîkAwiren wan herdû çavan dil vekirne sed birîn
Sed derî dadan li ber min ta ku nefhêm dilberê
Qet min nikarî bû vekim ez li ber xwe yek derîk
Min di destê gulfiroşan dî gulek rûgeş biken
Mal û can da bihayê, sorgula geş bê şirîk
Min nizanî ku li hawêr wê hene xar û kelem
Bûye çil sal ku bi wî xarîve ez mayim xerîk
Min dixwest ez bîn bikim wê sorgula nazdar û geş
Lê ji destê min revandî sorgula min ser serîk
Şîrove
Evîn
05-12-2022 09:22:27
Payîze ew dema çu
Ber zivistan derd giran bu
Çendî bihar wĕ derbas bu
Çendî havîn wĕ derbas bu