Mihemed Şêxo - Çi Bikim Bi Can
wêneyê hunermendî:ê 396 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Çi Bikim Bi Can

Çibkim bi can piştî herê jîna ciwan
Bexçê me hişk tê da gulek nakê xuyan
Qutbî ji ser îro çima ava jiyan
Avnê ji Bîngolê û kanî, serheda

Tew deng ji şalûl û qumrîya
Tenê geryam li nav tiştek ji min re tênê
Tê de biyanim ez bêm raz wermam tenê
Tiştek ji qelsan dibên hêvî xweda

Warê me ket destê çeqel, rovî û gur
Wana li hev û parkirin war bir bir
Jîna minî mayî tucar nabêm şukir
Ferman ketî dest bêcirên pîs û gede

Îro ezê dîi û reben, bend û benî
Derya xema ew kûre, pir ez çûm binî
Pir zad min çand.avda bixwe dujmin çinî
Hin jê mi xwest, dujmin ji zad kulmek neda

Şev reş li pêş min bû hemî tûk û kelem
Destê sitemkar wî dilê min kir elem
Dujmin wekî şah nadirê şahê ecem
Ê hatî ji min kuşt wî tucarî keys neda

Destê dua hêvî ji wan nakim tucar
Ez çek bidim xortên heval merd û şiyar
Mam bê bihar bînim bi zorê xweş buhar
Min dî bi qelsî qet kesî tiştek neda
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?