Mihemed Şêxo - Necat Kakê
wêneyê hunermendî:ê 189 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Necat Kakê

Navbendî xanêt Bexda û Kerkûkê
qîjya rahêla çelengê xuişkê
qama û qelatan xwîna lê barî
zordar û xwînmij vêt bimrin xuşkê

çelengiya te Salih gote min
ho necat kaka dayk û xuşka min
cê Leyla Qasim, bi rastî te girt
keça Dihokê dayik û xuşka min

bêje xuşkê xwe rabin şêrînê
xuşkêt qedem xêr û xat û Zînê
Zeyneb, Xat, û Zîn bişkojêt qarane
bo çi hatin kuştin li Kurdistanê

Bo çi helawistin Abid Ebdilah
Tariq, Cemîl, û Şeban Ebdilah
Mehmûd Xelbîşî û mulazim Qadir
Mihemed Şîno ew destkêt gula

Fexrî Zaxolî û Nayif Emîn
gel mela Resûl mêr ser û mêrin
ew xebat karêt wekû Gîvara
xir bûne gorîr û xaka zêrîn

'kes dilovaniyêt bi kurda nabit
daxwazê kurda kes çepê nadit
dujmin ji xwîna kurda têr nabit
gurg li nav dehla eve hana ket
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?