Mihemed Şêxo - Şeva Tarî
wêneyê hunermendî:ê 255 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Mihemed Şêxo - Şeva Tarî

Şeva tarî li min reşbû
li ber min rê çi şa bû
gelî kûrin, çiya tev dar
li min barand û baweşbû

nema rihnî dibînim ez
çi sersem bûm çi gêjbûm ez
mi rê winda kirin tevde
di deryayê xemamim ez

nema karim bikim sebrê
ketim ahîn û nav zecrê
hejarî pir li min zorkir
çawa min girt gelo ev rê

gelek wek min di zecrê de
mirin ewna di vê rêda
mirin hindik di zindana
gelek war wan di qeydê da

ev yarê li min werkir
li min barê xeman barkir
felek jî bû neyara min
tevî dujmin bi mir şerkir

Helbest: Bêbuhar
Muzîk: Mihemed Şêxo
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?