Seîd Yûsiv - Jina Kurd
Gotinên Stranan
Seîd Yûsiv - Jina Kurd
Jina Kurd im pir bi dengMi deng daye li cîhan
Bi serbestî dikim ceng
Rizgar dikim Kurdistan
Ez pirr bawer im ji xwe
Û nalîna wîdi b'hîzim
Ez navê welatê xwe
Li ser dilê xwe dinvîsim
Bi hêrz im mîna şêr im
Şêr dimînim ez ev jin
karim kevir bihêrim
Ji min ditirsî dijmin
Li gel mêr diçim serbest
Dadikevim meydana şer
Nema dimînim bindest
Dijmin ji welat dikim der
Bere xelk zanibin baş
Ez zanetir im ji wan
Tu car namînim ti paş
Bûme jîr û xwendevan
Gotin û Muzîk: Seîd Yûsiv
Şîrove