Seyda Perînçek - Evîna Wendayî
wêneyê hunermendî:ê 152 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Seyda Perînçek - Evîna Wendayî

Dilê te kevir e, çavên te xençer
Nava min xwîn dike, bi hilm û navber
Agir dicemide, li ber serma te
Êdî bûye xeyal, miradê min û te

Ez dilê te li kevir xim, Ewê agir jê here
Ji hisreta te bûm xwelî, Te negotî tasek av

Behra Wanê bi min re dîgîrî
Bîranînên te histirî
Dilê min kiriye qulqulî
Te negotî merhemek

Ji nûve ava bûm, bi êş û xeman
Mirî bûm rakirin, ji xewa giran
Evîna wendayî, ez kirim 'evdal
Ket nava xwîna min, bê pirs û sewal

Ez dilê te li kevir xim, Ewê agir jê here
Ji hisreta te bûm xwelî, Te negotî tasek av

Behra Wanê bi min re dîgîrî
Bîranînên te histirî
Birînên min bûn qulqulî
Te neda ser merhemek
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?