Şivan Perwer - Di Dinê De Sê Tişt Hene
wêneyê hunermendî:ê 677 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Di Dinê De Sê Tişt Hene

Di dinê de sê tişt hene pir xweş in lê lê pir xweş e……
Yek jê dayîk, yek jê bav e, yek yar e lê lê yek yar e
Bê dê nabe, bê bav nabe, yar xweş e lê lê yar xweş e

Dayîk ji bo me weke dilê dinê ye lê lê dinê ye
Bavik ji bo me wek roniya rojê ye lê lê rojê ye
Yar delal e weke bîhna gulê ye lê lê gulê ye

Gava bavo xort bû ji xwe re yar anî lê lê
Dadê û bavo bi evînê mal danî lê lê mal danî canê
Vebûn nêrgiz, vebûn rîhan, herikîn çem û kanî lê lê çem û kanî

Di dinê de sê tişt hene pir xweş in
Yek jê dayîk, yek jê bav e yek yar e lê lê yek yar e
Bê dê nabe, bê bav nabe, yar xweş e lê lê yar xweş e

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Berhevkar: Şivan Perwer
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?