Şivan Perwer - Dotmam
wêneyê hunermendî:ê 329 Xwendin
Parve Bike

Gotinên Stranan

Şivan Perwer - Dotmam

Wey de dotmam, xweziya mala me cîranê mala hev biya ay…
Wey de bira şîva şevê li me tinebiya dotmama min tim û tim li ba min biya
Were dotmam, lê dotmam… hezar car dotmam way…

Were dotmam ev çi kul e, ev çi êş e ev çi derd e way…
De tu yê rabe çavê xwe kil ke biskê xwe şe ke, guliyê xwe berde
De emê herin serê Xelatê Sîpanê bibin mêvanê Xecê û Siyabendê
Were dotmam, lê dotmam… hezar car dotmam ay…

Wey de dotmamê, xweziya çavê min birjiya û ez nehatama wî alî
Wey de minê dotmama xwe ya çavreş nedîta bi wî halî
De çawa sala îsal ezê bê te derbas kim van cejn û vî sersalî
Were dotmam, lê dotmam… hezar car dotmam ay…

Gotin û Muzîk: Gelêrî
Berhevkar: Mehmûd Baksî
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê gotinê nakî?